Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêjê Wê Armancên Îranî û Sûrî Kirin Armanc


Di vê fotoya ajansa fermî ya Sûrî SANA de, kesn ku di êrîşa Îsraîlê de birîndar bûne, li nexweşxanê têne derman kirin
Di vê fotoya ajansa fermî ya Sûrî SANA de, kesn ku di êrîşa Îsraîlê de birîndar bûne, li nexweşxanê têne derman kirin

Îsraîlê îro Çarşemê ragihand ku firokên wê, jibo tolhildana êrîşa roketî ya roja Sêşemê, bi dehan armancên Îranî û Sûrî yên li hindurê Sûrîyê xistin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ewê êrîşên dijî wan bê bersîv nehêlin.

“Min berê jî bi eşkereyî gotibû ku kî dê dilê me biêşîne, emê jî wan biêşînin. Tiştê ku me şeva Çarşemê kirî jî ev bû ku me armancên leşkerî yên hêza El Quds ya Îranî û yên artêşa Sûrî kirin armanc,” Netanyahu got.

Medya dewleta Sûrî ragihand ku di êrîşên Îraîlê de 2 sivîl hatine kuştin, jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Televîzyona dewleta Sûrî îdia kir ku sîstema berevanî ya Sûrî piranîya mûşekên Îsraîlî rûxandin, berî ku ew bigehijin paytext Şamê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî rahihand ku di êrîşên Îsraîlê de 11 kes hatine kuştin ku 7 ji wan ne ji Sûrîyê ne.

XS
SM
MD
LG