Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl û Mexrîb Hevbîr Bûn Peywendîyên Xwe Normal Bikin


Îsraîlê û Mexrîb (Fas) îro Pêncşemê, bi navbeynkarîya rêvebirîya Amerîka hevbîr bûn ku dest bi peywendîyên dîplomatîk bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji ser hesabê xwe yê ew rêketinê ragihand û wek serketineke dîrokî bki nav kir.

Li gor peymana her du alîyan, Mexrîb wê dest bi peywendîyên dîplomatîk yên bi Îsraîlê re bike û kontaktên heyî bi awayekî fermî bidomîne.

Bi vê lihevkirina nû, Fas dibe welatê çaran ya Ereb ku dawî li neyarîtîya bi Îsraîlê re tîne.

Berê jî Mîrhehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Sudan dîsa bi navbeynkarîya Washingtonê dest bi peywendîyên bi Îsraîlê re kiriûbûn.

Hêjayî balkişamdinê ye ku Amerîka beramber destpêkirina peywendîyên bi Îsraîlê re mafê Mexrîbê ya ser herêma Saharaya Rojava ya kêşeliser pejirand.

XS
SM
MD
LG