Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Amadekarîya Vegera Jîyana Normal Dike


Reuters radigihîne ku li gor pêşzagona pêşnîyarkirî, ku îro Înê destê ajansê ketiye, Îtalya dixwaze li seranserê welat hatûçûyan 3’ê Hezîranê serbest bike jiber ku hikûmet dixwaze daxistina vîrusa koronayê rake û aborîya wêranbûyî zîndî bike.

Îtalya welatê Ewrupî yê yekê bû ku li seranserê welat bergirîyên giran di meha Adarê da danîbûn da ku nexweşîye rawestîne. Lê hikûmet hêdî hêdî wan bergirîyan radike jiber ku hejmara pêketîyên nû dadikeve.

Pêşzagona pêşnîyarkirî, ku çaverê ye îro Înê were pejirandin, dibêje ku hemû hatûçûyên nav herêmên cûda dê di 18’ê Gulanê de were destûr dan û qedexeya hatûçûyên navbera herêman dê 3’yê Hezîranê were rakirin.

Rakirina qedexeya gerîyanê jibo Îtalyayê gelek girîng e jiber ku hikûmet hêvî dike ku ji demsala betlaneya dahatû, dema Îtalî havînê jibo navbera salane ji bajaran derdikevin sûd wergire.

Jibo kargehên welat destûr heye ku 4’ê Gulanê destpê bikin û firoşgeh jî dê Duşemê jinûve vebin.

Herêm dikarin hemî sektorên daxistî yên aborîyê jinûve vekin, bi mercê ku rênmayên ewlehîyê bînin cîh.

Pêşzagona pêşnîyarkirî dibêje ku karbidestên saxlemîya netewî dê rewşa wan bişopîne da ku tûşbûnê kontrol bike.

Pêşzagon bi berdevamî dibêje ku heke dûrketina civakî pêkan nebe, şaredar dikarin cîhên giştî daxin.

Piştî ku 21’ê Sibatê nexweşî derket, nêzîkî 31,400 Îtalî ji COVID -19’ê mirine û ew jî rêjeya sêyan ya herî bilind e, li cîhanê ku berê wê Amerîka û Brîtanya tên.

Hejmara pêketîyên piştraskirî 223,096 e ku ew jî li cîhanê da rêjeya pêncan e û ew welat li paş Amerîka, Îspanya, Brîtanya û Rûsyayê tê.

XS
SM
MD
LG