Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanoya Bajarê Amedê Gerek Şanogerî li Bajarên Almanî Dike


Amed City Theater
Amed City Theater

Şanoya Bajêr a Amedê dest bi gerek şanogerî li Ewrupa kiriye, ku di gera xwe de şanoya bi navê "Mirina Jeanne D'arce ya din" didin nîşandan û li ser dikên şanoyên çend bajaran dilîzin.

Hoshin Isaa
Hoshin Isaa

Gera wan ji 8 Kanûnê ta 19 Kanûnê berdewam dike , ku ji Berlin destpê dike ta Overijes bi dawî dibe, wisa lîstekvanê sereke yê vê şanoyê Yavuz Akkuzu ji dengê Amerîka re got:

Yavuz Akkuzu-12-12-2023_02.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:25 0:00

Şanoya bajarê Amedê bi salan xebatên xwe yên hunerî berdewam dikin tevî zor û zehmetiyan, lê ew bi bawerî şanoyek rastbêj û ast bilind pêşkêşî temaşevanên kurd dikin, ku li seranserî Tirkiyê û bajarên kurdan jî şanoyên xwe bi salan didin nşîandan.

Amed City Theater
Amed City Theater

Di vê şanoya bi navê "Mirina Jeanne D'arce ya din" de ew dixwazin roniyê bînin ser stemkariyê û berxwedanê li himberî hev û di heman demê pirsên jiyanê , birêz Akkuzu wisa dibêje:

Yavuz Akkuzu-12-12-2023.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

Şanoya bajarê Amedê dixwaze şanoyek bilind û bi sûde radestî civaka kurdî bike û xwe bighîne her deverekê ku kurd lê dijîn bi mebetsa parvekirina hunera şano û çanda cîhanî li ser dika şanoyê bi zimanê kurdî, lîstkvanê kurd û hestên kurdî jî:

Yavuz Akkuzu-12-12-2023_03.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00
XS
SM
MD
LG