Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Meh in, Çarenivîsa 5 Çalakvanên Girtî li Herêma Kurdistanê Nediyar E


Çalakvanên Badînan di Xwepêşandanekê de
Çalakvanên Badînan di Xwepêşandanekê de

10 meh derbazbûn bi ser girtina hejmarek ji xwepêşander û çalakvanên parêzgeha Duhok re, lê hêjî tiştek ji wan nayê znîn.

Kes û kar û malbatên 5 ji girtîyan qesta parlementoya Herêma Kurdistanê kirin li bajarê Hewlêr, daku tiştekî ji kes û karên xwe bizanin.

Weke malbatên girtiyan dibêjin, ev 3 meh in, peywendîya têlefoni jî nemaye di navbera wan û girtiyan de, malbat daxwazê ji perlemantaran dikin da ku hewil bidin agehiyekê ji çarenivîsa wan bizanin.

Kesên girtî li cem asayşa herêma Kurdistanêne li Hewlêrê dimînin, her wek kes û karên girtîyan dibêjin, saziyên asyiş û polîsê parêzgeha Duhok jî dibêjin dosya girtiyan li dadgeh û asyîşa Hewlêrê ye.

Amed Silêman, kurê yek ji girtîyan bo Dengê Amerîka got "Me serdana parlementoya Kurdistanê kir û çav bi piranîya firaksyonan keft jibo di harîkar bin di gel me de, da ku çarenivîsa kes û karên xwe bizanîn". Herwiha Amed got "Me daxwaz ji perlementeran kir li dadgeha wan amadebin li roja 5 -7-2021 daku agehî li ser bi rêveçûna dadgeha wan hebit".

Dema destnîşankirî ya dagehkirina 5 girtiyan wî çaxî derketbû, dema biyara degehkirina 6 kesên din hatbû dan yên ku her yek ji wan bi 6 salên girtinê hatbûn siza dan, lê nayê zanîn kanê dadgeha wan dê di dema diyarkirî de pêk bê yan na ku roja 5.07 hatiye destnîşan kirin.

Rûpak Ahmed, ji firaksyona komela Îslamî li ser dîtina malbatên girtîyan gote Dengê Amerîka "Me çav bi xêzanên girtîyên Badînan keft yên ku eve 10 mange hiç ji çarenivîsê wan nizanin û eve 3 mange peywendîya telefonî jî nemay. Me soz dan wan ku emê seroka perlemanê agehdar bikîn, daku hewil bidin kes û karên xwe bibînin wek her girtîyek din. Dîsan Rûpakê got "Emê hewil bidîn li dadgeha wan amade bibîn."

Cihê amajê ye li Gulana 2020ê hêzên ewlehîyê hijmarek ji xwepêşander û çalakvanan li parêzgeha Duhok girtin û 5 kes ji wan li roja 15.02-2021 bo 6 salan hatin zîndankirin bi biryara dadgeha 2 ya tawana li Hewlêr.

Li gor pêzanînên parlementer Rûpak Ehmed her 5 kesên çarenivîsa wan nediyar navên wan wehane: Silêman Kemal Silêman, Cemal Xelîl Mecîd, Karker Ebas Alî, Bendewar Eyub Reşîd, Ferset Ehmed Seid.

Raporta Duhok 22 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00

XS
SM
MD
LG