Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Hikûmeta Esed Kontrola Welat Ji Dest Dide


Amerîka dide zanîn bilindbûna tundûtîjîyê li nav Şamê û derdorê wê encamek êrîşên Serok Beşar el Esed e bo ser xelkê Sûrîyê û nîşanek e ew kontrola paytextî ji dest dide.

Roja Pêncşemê li navenda Şamê bombeyek li nêzîk avahîyê serekî yê dada Sûrîyê, naskirî bi Koçka Dadê teqî, tê de sê kes birîndar bûn.

Rojekê berî hingî, milîtanan êrîş kirin ser bingehek televisyona ser bi hikûmetê li derdorê paytextî, tê de sê rojnamevan û çar endamên hêza ewlekarîyê hatin kuştin. Hikûmeta Sûrî kesên jê re dibêje terorîstên çekdar bi wan êrîşan tawanbar kir.

Peyvdara wezareta derveya Amerîka, Vîktorîa Nuland roja Pêncşemê got Waşington her weha nîgeran e sebaret tundûtîjîyê li dijî kesên bêguneh vêca ji layê her kesê ve bit. Lê zêde kir Serok Esed rewşek çêkirî ye ku hikûmet kontrolê li Şamê û cihên dinji dest dide, bi rêka rêvebirina tundûtîjîyê li dijî xelkê xwe.

Ji layek din ve, Tirkîyê jî fişara xwe li ser Serok Esed zêde kirîye, serbaz û desteke û çekên dije asmanî rewaney ser tixûbê xwe li gel Sûrîyê kirîye, di bersîva berdanewa firokeyek şerker ya Tirkîyê ji layê Sûrîyê ve heftîya borî.
XS
SM
MD
LG