Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Afganistanê Dibêjin Mîlîtanan 10 Kes Kuştin


Karbidestên rojhilata Afganistanê dibêjin mîlîtanan roja Înê êrîş birine ser devereke dûr û 10 kes kuştine.
Êrîş li devera Kamdesh li parêzgeha Nuristan pêk hat.
Karbidestên parêzgehê dibêjin bi kêmanî 17 mîlîtanan êrîşî navendeke xanîyên karbidestên hikûmetê kirin. Di nav kuştîyan de çar kesên sivîl û şeş endamên hêzên ewlekarîyê hebûn. Xanima karbidestekî xwecihî jî yek e ji kuştîyan e.
Desthilatên Afganistanê dibêjin şerê ku nêzîkî 12 demjimêran dewam kir, bi dawî bû dema hêzên ewlekarîyê hemû êrîşbir kuştin.
Karbidestan gotin, NATOyê piştgitrîya asmanî pêşkêşî hêzên Afganî kir di vê şerê dijî mîlîtanan de.
XS
SM
MD
LG