Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Di Nav Bahozan De Ma


Gelek dar li ber bahozê ketin
Gelek dar li ber bahozê ketin
Pêleke bahozên tund li paytexta Amerîka xist û bû egera ku du milyon kes di tarîyê de bimînin jiber çûna elekrtîkê.
Hewaya tund derengî Înê bi şev hişt ku dar bên xwarê. Gelek kolanên Washington û herêmên derdora wê li Maryland û Virginia jiber darên ketî hatin girtin. Gelek mal jî ji ber daran ziyan dîtin.
Karbidest dibêjin bi kêmanî du kes li Bakurê Virginia jiber ketina daran hatin kuştin.
Hemdem, Fermandarê wîlayeta West Virginia jî rewşa awarte li wîlateya xwe ragihand, piştî ku nêzîkî 500 hezar kes li 27 navçeyan bê elekrtîk man.
Leza ba gihişt 130 kîlometran her demjimêrekê, piştî rojeke gelekî germ ku gihişte 40 pileyan. Li gor rekordan, ev pile gelekî germ tê dîtin jibo herêmekê wekî Washington.
Bahoz li piranîya bakur û navenda Amerîka piştî nîvro û destpêka êvarê pêk hatin.
XS
SM
MD
LG