Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tara Caf: Tirkî, Farsî û Erebî Zêde Têkelê Musîka Kurdî Bûne


Di musîka Kurdî de enstrumenta Harpê ji aliyê kêm hunermendan ve tê bikaranîn. Jiber vê yekê jî dema ku behsa Harpê dibe navê ku tê bîra mirov hunermenda Kurd Tara Caf e ku ew bi dengê Harpa xwe şêwe û ruhek nuh dide muzika Kurdî.

Tara Caf xebatên xwe yên musîkê bi konsertan dewam dike lê di gelek projeyên hevpar de bi Harpa xwe cîh digire.

Hunermenda Kurd, di sala 2005'ê de ji Kom Musikê albuma xwe ya bi navê “Diley Dêwanem” a ku ji, goranîyên Hewramî pêk tê, derxist. Tara Caf dibêje zimanên Tirkî, Farsî, Erebî zêde têkelê musîka Kurdî bûne û destnîşan dike ku li gorî wê musîka Kurdî ya resen goranîyên Hewramî ne.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna peyamnêr Xecîcan Farqîn bi Tara Caf re, fayla dengî li rexê çepê vê rûpelê kilîk bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG