Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmet û Rikaberî Mafê Mirovan li Sûrîyê Pêşêl Dikin


Rasipêra Mafê Mirovan ya N.Y got, hêzên çekdarên hikumeta Sûrî û rikaberîya çekdar tundûtûjîyan gerim dikin.

Li demê ku bizavên civaka nêvneteweyî jibo guhertina şerê çekdarî berev veguhastinên sîyasî li Sûrîyê berdewam in lê kêm pêşketin dibe, mezine karbidesta Mafên Mirovan ya N.Y li roja Dûşemê huşdarî da ji xetera zêdebûna tundûtujîyan û herwesa jiber ku herdû alîyên şerê Sûrîye berpirsyarin ji zêdegavîyên mezinên mafên mirovan. Ji N.Y peyamnihêra Dengê Amerîka Margaret basheer ev raport gihandîye û dibêjit:
Rasipêra Komisyona Bilinda Mafê Mirovan ya N.Y Navi Pillay gote rojnamevana hêzên çekdarên hikumeta Sûrî û rikaberîya çekdar tundûtûjîyan gerim dikin û divêt rê li çekdarî kirina alîyên şerî bê girtin.
Xanim Pillay gazinde xist stûyê herdu alîyan û got, hikumetê pêşêlîyên mezin kirine.
Wê got, di bombarankirina korane de ya rendekên medenîyan, sivîl û piştevanên rikaberîyê kirine armanca kuştina. Hikumetê bi awayek hovane xelk girtine, zêdegavî kirina ser namûsê û eşkence dane. Nexweşxane û dezgehên saxlemîyê bikar anîne jibo mebest û kiryarên leşkerî.
Li heman dem Xanim Pillay tundûtûjîyên rikaberîyê jî dîyarkirin.
Zêdegavîyên hêzên rikaber, kuştina bergumanên alîkarên hikumetê ne ew karmendên guman heye zanyarîya didin dezgehên hikumetê. Her wisa zêdebuna jimara teqînên pitir medenîyan dikujin û birîndar dikin.
Xanim Pillay got, wê dûbare daxwaz ji Civata Tenahîyê kirîye heta van zêdegavîyên liser mirovan li Sûrîye bigihîne Dadgeha Tawana ya Nêvneteweyî li Lahayî.
Jibo guhdarî kirina dirêjahîya raportê faylê dengî dagire.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG