Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Malî Êrîşên Xwe Ser Cihên Pîroz Dom Dikin


Timbuktu
Timbuktu
Mîlîtanên Îslamî li bajarê dîrokî yê Timbuktu li Malî bo roja sêyem deverên kenvetor wêran û talan dikin, tevî gefeyên navneteweyî.
Şahid û gova dibêjin, grûba Ansar Dine ya girêdayî el-Qayîde mizgefta Sidi Yahya ya sedsala 15an roja Duşemê kirin armanc û dergehê wê yê sereke wêran kirin. Ew dergeh pîroz dihate dîtin û dê girtî maba heta dawîya cîhanê.
Bajarê Timbuktu navenda 16 ziyaretgehên kevnetor e ku tê gotin gorên navdarên oldarên Misilaman têde ne. mîlîtan dibêjin divê Misilman ji Xwedê re nivêj bikin, ne ji navdarên oldar e.
Timbuktu wargehê Kelepûra Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Seroka beşê Afrîkayê ya Navenda Kelepûra Cîhanê ya NY, Lazare Eloundou Assomo ligel Beşê Fransî yê Dengê Amerîka axivî û got, ev mesele metirsîdar û xemgîn e. wê herwiha got ev trajedîyeke bo cîhanê ye.
Hamadoune Tourê, peyvdarê hikûmeta demikî ya Malî gote Beşê Îngilîzî yê Dengê Amerîka ku hikûmeta welatê wî nuha lêkolînan dike ka dikare van kiryarên wekî tewanên şer hilde bo Dadgeha Navneteweyî ya Tewanan.
Amerîka jî êrîşên ser van wargehan şermezar kir.
XS
SM
MD
LG