Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Qanûneke Nû jibo Karkeran Îmze Dike


Serok Barack Obama
Serok Barack Obama
Serokê Amerîka Barack Obama dibêje wî qanûnek îmze kiriye ku dê bi hezaran karmendên avakirinê di kar de bihêlin jibo dubare avakirina jêrsazîya welat ya sist.
Obama dibêje, ewê herwiha rêjeyên zêdebûna ser qerzên federalî rawstîne ku li ber e duqat bibin jibo 7 milyon xwendekaran.
Di axaftina xwe ya heftane roja Şemîyê de, birêz Obama got, qanûna ku wî roja Înê îmze kir dê cudahiyeke rastîn cê bike jibo milyonan Amerîkî. Lê serok herwiha da xuya kirin ku hîn bêtir tişt hene ku werin kirin.
Serok Obama herwiha got, wî bang li Civata Nûneran Kongirês kiriye ku alîkariya diravî jibo xwendekaran dirêjtir bike jibo derfetê bidin 2 milyon Amerîkî ku karîna xwe ya kar bipêş ve bixînin.
XS
SM
MD
LG