Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 60 Salan Gelê Lîbya Dengê Xwe Da

Roja Şemê gelê Lîbyayê 60 salan piştî serxwebûna welatê xwe çûne ser sindûqên dengdanê ku parlemaneke demkî hilbijêrin ku bi Kongreya Nîştimanê hatîye nasandin.

Li gor komisyona hilbijartinan 2.86 milyon hemwelatîyan mafê beşdarîyê hene ku 1.29 milyon jin in.

Welat bi ser 13 herêmên dengdanê de hatîye parvekirin, û 1548 bingehên dengdanê hatine dîyar kirin.

Ev parlemana demkî ji 200 kuursîyan pêk tê ku 100 korsî bo rojavaya welatî hatine terxan kirin û 60 jî bo rojhilat û 40 jibo başûr.

Ji wan 200 kursîyan, 120 bo kandîdayên serbixwe hatine destnîşan kirin û 80 jî bo grûpên sîyasî.

Hejî gotinê ye, 2639 kandîda hene û 374 lîstên sîyasî beşdarin di berêkanê de.
Erkê serekîyê vê parlemanê ewe ku hikûmetek demkî ya nû bide damezrandin û destûrek nû bo welatî amade bike.
XS
SM
MD
LG