Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Cîhanê 16 Milyar Dollaran Didin Afganistanê


Serokê Afganî Hamid Karzay
Serokê Afganî Hamid Karzay
Di konferanseka navneteweyî de li Japonê, welatên cîhanê soz dan ku 16 milyar dollaran bo çar salan wek alîkarîyan bidin Afganistanê.

Serokê Afganî Hamid Karzay roja Yekşemê di wê konferansa taybet bi Afganistanê de gotarek pêşkeş kir û daxwaz kir ku civaka navneteweyî her sal çar milyar dollaran bidin welatê wî.

Nûnerên 70 welatan di wê konferansê de beşdar bûn.

Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton û sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn jî di wê konferansê de amade bûn.
XS
SM
MD
LG