Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kofî Annan bi Beşar El Esed re Kom Bû


Nûnerê Navneteweyî Kofî Annan roja Duşemê bi Serokê Sûrî Beşar El Esed re kom bû.

Di gotarekê de bo peyamnêran li Şamê, Annan got ku di wê civînê de gotûbêj li ser rêyên bi dawî anîna tundûtûjîyên navbera hêzên hikûmet û opozisyonê hatin kirin.

Serokê Sûrî roja Yekşemê got ku piştevanên bîyanî yên “teroristan” wek Amerîka, Tirkîye, Erebistana Saudî û Qeter, aştîyê li Sûrîyê gîro dikin.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Almanî, Esed got ku hikûmeta Amerîkî di beşekê de berpirsiyar e beramberî kuştina xelkê sivîl, jiber piştgîrîya Washington bo serhildayan.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG