Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Çekan Nafiroşe Sûrîyê


Balafira şer ya Rûsî li cûrê Yak-130. Li gor medyaya Rûsî, li destpêka sala 2012’ê hikûmeta Sûrî 36 balafirên Yak-130 kirî.
Karbidestekê Rûsî dibêje ku Moskow çekan nafiroşe Sûrîyê heta rewşa wî welatî tenah dibe.

Vîyaçêslav Dzirkaln, cîgirê Ajansa Hevkarîya Leşkerî û Teknîkal roja Duşemê ragirtina firotina çekan bo Sûrîyê raighand.

Her li Moskow, Serokê Rûsî Vladimir Putin got ku divê hikûmeta Sûrî û komelên opozisyonê bên “neçar” kirin ku danûstandinan bikin.

Daxuyanîya Serokê Rûsî çend demjimêrekan bû piştî wezîrê derve yê Rûsî li paytextê bi rêberekê opozisyona Sûrî re kom bû.
XS
SM
MD
LG