Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Saudî di Olimpiyatê de Beşdar Nabin


Jinên Erebistana Saudî di Olimpiyata Londonê de beşdar nabin, li gor rojnama El Şerq El Ewset ya Saudî.

Li gorî wê rojnamê, şîyanên werzişvanên jin yên Saudî ne di wê astê de bû ku bikaribin di Olimpiyatê de beşdar bin.

Heta nuha, bitenê tîmên wezişvanên mêr yên Saudî diçin Olimpiyatê.

Pêş du heftîyan, balyozxana Erebistana Saudî ya Londonê ragihand ku wezişvanên jin yên ku astê wezişî yê wan bihêz e, dikarin di Olimpiyatê de beşdar bin.

Olimpiyata Londonê roja 27'ê vê mehê destpê dike û heta 12'ê Tebaxê berdewam dibe.
XS
SM
MD
LG