Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Dekak Rojêva Dîyarbekirê Dinirxîne


Sîyasetvana Kurd Leyla Zana di televîzyonê de diaxife
Sîyasetvana Kurd Leyla Zana di televîzyonê de diaxife
Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) biryar girtibû ku roja Şemîyê anku 14'ê Tîrmehê, civîneke girseyî li Dîyarbekirê pêk bîne, Lê, walîtîya bajêr bi sedema ku salvegera kuştina 13 leşkeran û ragihandina “xweserîya demokratîk“ e, destûr neda vê mîtîngê.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan Maşallah Dekak biryara walîtîya Dîyarbekirê şîrove dike.

Birêz Dekak dibêje, tiştekî ji rêze ye ku karbidestên dewletê kombûn û çalakîyên Kurdan qedexe bikin, lê Kurd dîsa jî derdikevin kolanan û li gorî dilê xwe dikin.

Maşallah Dekak ku di hemen demê de nûçegîhanê Dîyarbekirê ya rojnameya Rudaw e dide zanîn ku mîtînga Şemîyê wê nîşan bide bandora Abdullah Ocalan li ser gel çiqas xurt e.
XS
SM
MD
LG