Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Sûrîyê li Îraqê ji Rejîme Vediqete


Balyozê Sûrîyê li Îraqê vediqete û tev lî opozisyona dijî desthilata Serok Beşar Esed dibe.

Di daxuyanîyekê de ku li ser televizyona Al-Jazeera ya bi zimanê Erebî, Nawaf Fares bang li endamên artêşê kir ku tevlî wî bibin, jiber ku di nêrîna wî de kuştina gel ne rûmetek e.

Birêz Fares herwiha got, hikûmetê partîya Be’es wekî alav bikar anîye jibo binpêkirina gelê Sûrîyê û xewnên wan yên azadî û rûmetê.

Wezareta Derve ya Sûrîyê di daxuyanîyekê de roja Pêncşemê got ku Fares erkên xwe wekî balyoz sekinandîye û nema peywendîya wan bi balyozxaneya Bexdayê yan wezaretê re heye.

Nawaf Fares karbidestê Sûrî yê herî payebilind e ku dest ji hikûmeta Esed berdaye, ji destpêbûna serhildana dijî Esed anku berî 16 mehan vir ve.

Li Washingtonê, peyîvdarê Qesra Spî Jay Carney got, ev veqetîn nîşanek e ku piştgirîya birêz Esed li ser asta navxweyî û navnetewî tê xwarê.
XS
SM
MD
LG