Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Dilbixwîn Dara: Divê Peymana Hewlerê Ser Kaxizê Nemîne


Xwenîşanderên Sûrî bi alayên xwe li dijî Esed xwepêşandanê dikin. Stenbol, Sîbat, 17, 2012
Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê ku Partîya Yekîtîya Demoratîk (PYD) pêşengîya wê dike û Encumana Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bi piştgirîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî do li Hewlerê 'ê peymanekê girîng îmza kirin ku ji çend xalan pêk tê.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan Dilbixwîn Dara Peymana Hewlerê dinirxîne û hêvî û nêrînên xwe dîyar dike.

Birêz Dara ku di heman demê de berpirse malpera www.Avestakurd.net e dibêje, ev payman gaveke girîng e lê, divê li ser kaxizê nemîne û her du alî jî pêdivîyên wê rêkeftinê bicîh bînin û ji hev du re rêzgirtî bin.

Dilbixwîn Dara her wiha dibêje, divê sîyasetvanên Kurd pirtir girîngî bidine rewşenbîr û rojnamevanan û ji anîn û kanîna wan sûde wergirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG