Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve Clinton Serdana Qahîre Kir


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton serdana Misirê kir jibo danûstandinên veguhastina siyasî ligel serokê nû hilbijartî yê Îslamî Muhemed Mursî û karbidestên din giftûgo bike.

Clinton roja Şemîyê gihişte Qahîre di geştekê de ji Abu Dabî. Peyamnêrê Dengê Amerîka Scott Stearns, ku ew jî bi Clinton re ye, dibêje Wezîra Derve dixwaze ji birêz Mursî bibihîse ka planên wî jibo pêşvebirina welat çi ne.

Scott dibêje, li dema veguhastina sala bihurî, aborîya Misirê rastî kêmbûna pêşevebûn û daketina tûrismê hat. Ew herwiha dibêje ku karbidestên Amerîkî dibêjin, Washington jimareke alavên cuha heye ku dikarin alîkarîya aramkirina aborîya Misirê bikin.

Karbidestên Amerîkî gotin Stearns ku di nav van alavan de 60 milyon dolarê Amerîkî hene wekî alîkarîya diravî, ligel 250 milyon dolarên din jibo piştgirîya karûbarên biçûk û navîn.
XS
SM
MD
LG