Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hat Ragihandin ku Wezîrê Berevanî ya Sûrî Hat Kuştin


Televîzyona dewletê ya Sûrî dibêje, êrîşkarekî xwekuj êrîş kire ser avahîya Parastina Niştîmanî li Şamê û Wezîrê Berevanîyê Dawud Rajha kuşt û çend karbidestên din bi rijdî birîndar kirin.

Raport dibêjin, Cîgirê Wezîrê Berevanîyê Assef Şewket jî di êrîşê de hate kuştin. Şewket zavayê Serok Beşar El Esed bu.

Li gorî agahdarîyên ku tên, Generalê Sûrî Hasan Turkmenî ku wezîrê berevanîyê berê bû, jî di êrîşa îro de hatîye kuştin.

Artêşa Azad ya Sûrîyê berpirsîya êrîşa ku kombuneke girîng ya karbidestên payabilind kir armanc, bi ser xwe ve girt.

Ajansa Reuters radigihîne ku grubeke din y abi navê “Liwa al-Islam” berpirsîya êrîşê girtiye ser xwe.

Tê ragihandin şer û pevçûn li navbera çekdarên opozîsyon û hêzên rejîmê li Şamê hîn jî berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG