Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Misirê yê Berê Koça Dawî Kir


Serekê demdirêj yê îstixbarata Misirê û alîkarê bilind yê serokê berê Husnî Mubarak, Omar Suleiman roja Pêncşemê, di 76 salîya xwe de mir.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Misirê, MENA ragihand, Suleiman di destpêka roja Pêncşemê li nexweşxaneyekê li Amerîkayê mir, lê bêtir hûrgilî neda. Alîkarekî wî got, ew li navendekê li bajarê Cleveland, di bin çend testan de derbaz dibû.

Li dema serhildana sala borî ya gelê Misirê, Suleiman wekî cîgirê serokê berê Mubarak hatibû destnîşan kirin, piştî ku nêzîkî bîst salan wekî serokê îstixbaratan kar kiribû.

Omar Suleiman hewil da ku beşdarî hilbijartinên seroktîya Misirê bibe, lê di hewla xwe de biser neket, jiber ku nikarîbû bi têra xwe îmzeyên piştgirîyê kom bike.
XS
SM
MD
LG