Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudabîrê Çînî Temyîza Cezayê Bacan Hinda Kir


Bizavkarê Çînî Ai Weiwei
Parêzerê hunermend û bizavkarê Çînî Ai Weiwei got, wan îtîraza xwe ya dijî cezayê ku li ser bacên bi çend mîlyon dolaran hatibpn dayîn, îro Înîyê hinda kir.

Pu Zhiqiang got, dadgeha Herêma Chaoyang li Pekînê pêdaçûna li dijî cezayên li ser Kompanyaya Fake Cultural Development Limited red kir, ku fîrmayek jibo firotina karên hunerî yên Ai bû.

Ai li studyoya xwe li Pekînê ji rojnamevanan re got, ew bi vê biryarê aciz bûye.

Ai got, biryara dadgehê eşkere kir ku piştî 60 salan ji damezirandina welatê wan, hîn şêweyên qanûnî yên sereke peyda nabin.

Birêz Ai herwiha got ku sîstema qanûnî niha di rewşeke tarî de ye.

Piştgirên Ai dibêjin ev biryar beşek e ji hewildanên hikûmetê yên bêdengkirina rexnegirê herî navdar li Çînê.
XS
SM
MD
LG