Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandana Kurdan li Pêş Qesra Sipî


Xwepêşandêrên Kurd li ber Qesra Sipî'yê xwane dibin
Xwepêşandêrên Kurd li ber Qesra Sipî'yê xwane dibin
Kurdên ku li paytaxta Amerîkayê, Washingtonê dijîn îro Yekşemê anku 22'yê Tîrmehê di xwepêşandanekê de, li pêş Qesra Sipî kom bûn.

Xwenîşanderên Kurd bi vê xwepêşandanê xwest ku tund û tûjîya hikûmeta Tirkîyê ya dijî sîyasetvanên Kurd şermezar bikin. Xwenîşanderan her wiha, bang li rêvebirîya Obama kir ku nema firokên bêmirov (Drone) ku di bûyera Roboskê de hatibûn bikar anîn, bifroşin hikûmeta Tirkîyê.

Di xwepêşandanê de, Silêman Botanî li ser civata Kurdên Washington, Virgina û Maryland axaftina xêrhatinê kir û li ser armanca xwenîşandanê sekinî. Botanî di axaftina xwe ya bi Kurdî de got, tevî ku Kurd dixwazin jîyaneke aram û aştîxwaz bijîn hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) sîyaseteke tund li dijî Kurdan birêve dibe. Wî bal kişand ku hikûmeta Tirkîyê bi bahaneya ku peywendîya wan bi Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re heye, bi hezaran sîyasetvan û bizavkarên Kurd desteser kirine û avêtine zindanan.

Piştî axaftina Botanî, endama civata Kurdî Fatê Sindî dest bi axaftina xwe kir. Xanim Sindî di axaftina xwe bi Îngîlîzî de helwesta dewleta Tirk ya dijî gelê Kurd şermezar kir. Xanim Sindî bang li Serok Obama kir ku ruyê rast ya dewleta Tirk bibîne û piştgirî nede Enqereyê.

Piştî axaftina Fatê Sindî, nûnerê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê li Washingtonê, Sînan Onal ji axaftinek kir. Birêz Onal got, bûyerên ku di 14’ê Tîrmehê de li Amedê qewimîne nîşan daye ku li Tirkîyê tiştek neguherîye û taybetî partîya wan BDP dibe armanca hêzên ewlekarîyê. Onal got, jiber hovitîya polîsan çend hevalên wan yên parlamenter û bi dehan xwepêşandan birîndar bûne û gelekên din jî hatine binçav kirin.

Nûnerê BDP’ê Sînan Onal her wiha mînaka Afrîkaya Başûr da ku çawa rejîma Apartheid ya Sipîyan bi Nelson Mandela re danûstandinên aştîyê kirîye. Wî got, dive hikûmeta Tirk careke din dest bi danûstandinên ligel Abdullah Ocalan bike û pirsa Kurdî bi rêyên aştîyê çareser bike.



Di xwepêşandanê de jimareke pankart hatine bilind kirin ku piştgirî didan BDP û nûnerên Kurd yên hilbijartî û her wiha, rexne li sîyaseta hikûmeta Tirkîyê ya dijî Kurdan dikir.

​Xwepêşandêran her wiha silavên xwe şandin Kurdên Sûrîyê ku bi yekdengî bajarên xwe ji rejîma Beşar Esed rizgar dikin.

Di xwepêşandanê de Kurdên ku ji eyaletên New York, New Jersey, Connecticut, Massachusetts û Philadelphia hatin jî amade bûn.

Hêjayî gotinê ye ku jimareke girîng ya xwepêşanderan ji Kurdên Îraq, Îran û Sûrîyê pêk dihat.

Gelek Amerîkî jî xwepêşandana Kurdan ji nêzîk ve şopandin û gelek wêneyên xwepêşandanê girtin.

Xwepêşandana pêş Qesra Sipî nêzîkî 2 demjimêran dom kir û xwepêşandana bi sirûda netewî “Ey Reqîb” bi dawî hat.
XS
SM
MD
LG