Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Kampeke Penaberên Sûrî li Tirkîyê Çê Dibe


Penaberên Sûrî li Tirkîyê
Hêzên ewlekarîya Tirkîyê roja Yekşemê gule û gaza hêsir rêj bikar anîn jibo rawestandina qerbalexekê li kampeke penaberên Sûrî nêzîkî sînorê navbera Tirkîye û Sûrîyê.
Medyaya Tirk dibêje bi kêmanî heft penaber û karbidest ziyan dîtin.
Pevçûn li kampeke din jî hate ragihandin. Bêtirî 43 hezar hemwelatîyên Sûrîyê li Tirkîyê bûne penaber.
Girjî di nav penaberan de zêde dibe li dema ku pileya germahîyê digêje 40’î û penaber rastî kêmbûna xwarin, av û bicihbûnê dibin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje Tirkîyê ligel Îraq, Ûrdun û Libnanê comerd in bi alîkarîya welatîyên Sûrîyê re ku ji welatê xwe revîyane.
XS
SM
MD
LG