Komandarê Sipahê Pasadarn, hêza parastina şoreşa Îslamî ya Îranê, welatên Ereb hişyar kir ku mudaxeleya leşkerî li Sûrîyê nekin.
Li gor ajansa nûçeyên Fars ya Îranî, General Mesûd Cezayerî dibêje ku Îran wê bi tundî bersiva her welatekê Ereb bide eger mudaxeleyê li Sûrîyê bikin.
Cezayerî, ku herwiha peyvdarê serleşkerê Îranê ye, bi nav behsa tu welatên ereb nekir. Lê belê welatên Kendavê, bi taybet Erebistana Saudî û Qeter, piştgîrîya serhildayên Sûrîyê dikin li dema ku Îran hevalbendeka serekî ya Beşar El Esed e.