Serokê Sûrî Beşar El Esed roja Sêşemê rêberên nû bo Encûmena Parastina Niştîmanî destnîşan kir, piştî ku çar rêberên parastinê li teqîna heftîya bihurî li Şamê hatin kuştin.
Li gor ajansa Associated Press, serokê berê yê ajansa agehî ya giştî general Alî Mamlûk bo posta serokê Encûmena Parastina Niştîmanî hate destnîşankirin.
Herwiha serokê berê yê agehîya arteşê general Abdul Fettah Qudsiyeh wek cîgirê serokê Encûmena Parastina Niştîmanî hate destnîşankirin.
Serokê Sûrî berpirsê berê yê ajansa agehî ya Şamê general Rostem Xezalî bo posta Ajansa Parastina Sîyasî destnîşan kir.