Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Pakistanê Doza Bertelê Paşve Avêt


Dadgeha bilind ya Pakistanê jibo domkirina dozên gendelîyê dijî Serok Asif Alî Zerdarî, du hefteyên din daye hikûmetê.

Dadwer Asif Saeed Khosa daxwaz ji Serokwezîr Raja Pervez Ashraf kiribû ku Çarşemê raporeke derbarê vedîtinên xwe pêşkêş bike, lê dadwer rûniştina guhdarîkirinê heta 8’ê Tebaxê paşve xist.

Serdozgerê Giştî yê Pakistanê dîay kir ku jinûve vekirina doza dijî Serok Zerdarî ne pêkan e.

Dadgeha Bilind dixwaze serokwezîr ji Swîsre’yê daxwaz bike ku îdîayên gendelîyê dijî birêz Zerdarî vekole.

Dadgeha Bilind meha borî biryar da ku serokwezîrê berê Yusuf Riza Geylani nikare li posta serokwezîryê rûne, piştî ku ew bi redkirina daxwaza dadgehê hate mehkûm kirin.

Ev demeke dirêj e ku hikûmet îdîayên gendelîyê red dike û dibêje birêz Zerdarî mafê parastinê ji dadgehê heye, madem ew serok e. Serokê Pakistanê Zerdarî red dike ku wî tiştekî xirab kirîye.
XS
SM
MD
LG