Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezinbûna Aborîya Çînê Hêdîtir Dibe


Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) dibêje aborîya Çîn qels bûye ligel lawazbûna daxwazên li ser derfirotina wê.

Di raportekê de roja Çarşemê, IMF got ku ew çaverê dike pêşveçûna Çînê îsal bi rêjeya 8 ji sedî dakeve û krîza deynên Herêma Euro’yê wekî riska ji derve ya herî sereke jibo aborîyê.

Rapor dibêje Çîn sala borî pêşketin pêk anîye, bi taybet di warê nirxên xwarinê de.

IMF şîretê li Çînê dike ku tiştê dikare bike jibo pêkanîna armancên pêşveçûnê û her wiha jibo ku aborîya xwe ji spartina li ser derfirotinan biguhêze bo bikaranîna berhemên xwecihî

Rapor her wiha dibêje nirxê dirava Çînê hatiye xwarê.
XS
SM
MD
LG