Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur: Xanima Ba Kim Jong Un Hevjîna Wî ye


Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un û jina ku tê gotin "xanima wî ye" bi hevre xwane dibin.
Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un û jina ku tê gotin "xanima wî ye" bi hevre xwane dibin.
Televîzyona fermî ya Koreya Bakur dibêje, jina ku di bûyerên giştî yên vê dawîyê de ligel rêberê nû yê welat Kim Jong Un tê dîtin, hevjîna wî ye.

Televîzyona dewletê radigîhîne ku birêz Kim û “Rêheval Ri Sol Chu” bi geştekê çûn parkeke lîstikan ku vê dawîyê li Pyongyangê hatiye avakirin.

Ev raporta yekê ye ku medyaya Koreya Bakurî bi eşkereyî behsa xanima rêberê welêt dike.

Birêz Kim, piştî mirina bavê wî Kim Jong II hatibû ser desthilata welatê xwe.
XS
SM
MD
LG