Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pekîn Gefa Cezayên Giran ji Rexnegirên Hikûmetê re Dike


Rêvebirê polîsên Pekînê gefa tawanên tund ji wan karhênerên înternetê re dike ku, bi gotina wî, “êrîşî” Partîya Komunist ya Çînê dikin.

Ev yek dibe sedem ku berî veguherîneke sîyasî ya nazik, tirsên ser tepesekirina azadîya axaftinê zêde bibin.

Rêvebirê Ofîsa Ewlekarîya Giştî ya Pekînê, Fu Zhenghua ev têbînîyên xwe di civîneke destpêka vê hefteyê de ragihand. Wî di civînê de dîyar kirîbû ku hikûmet wê dest bi kempeyna “paqijkirina înternetê” bike.

Fu got, ew kesên ku gotinên dûrî rastîyê belav dikin û êrîşî Partîya Komunîst û karbidestên hikûmetê dikin, li gorî qanûnan dê rastî hişyarîya civakî û cezayên tund werin.

Rojnameya “Global Times” ya di dest Partîya Komunîst de got, Fu zelal nekir ku gotinên dûrî rastîyê û êrîşên sîyasî çi ne.

Rojnameyê her wiha dîyar kir ku karhênerên înternêtê li Çînê di xemê de ne kempeyna “paqijkirina înternetê” hewileke bêdengkirina rexneyên dijî hikûmetê ye.
XS
SM
MD
LG