Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima Yekê Michell Obama li Londonê ye


Xanima Yekê ya Amerîkayê Michelle Obama serdana sporvanên Amerîkî li London’ê kir.

Ev serdan berî merasîma vekirina Olîmpîyatan hate kirin ku Xanim Obama dîyar bike ku ew serbilindîya Amerîkî ne.

Xanim Obama li ser taştîyê ligel sporvanan kom bû û silav da hinekî û hinekên din jî hembêz kir.

Xanim Obama got, welat bi wan serbilind e û ji dil piştgirîya wan dike.

Li ber e, Xanim Obama dû re beşdarîya merasîma vekirina Olîmpîyatan bike, piştî ku ew bi pêşwazî û mêvandarîya Qralîça Brîtanyayê, Queen Elizabeth serdana zarokên dibistanê bike.

Berbijarê Komarî yê Seroktîyê Mitt Romney jî li London’ê ye ku pişikdarî li merasîma vekirinê bike.
XS
SM
MD
LG