Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer Li Helebê Xurtir Dibe


Piştî duhî, Şemê, serhildayan bersîngê êrîşek mezin ya hêzên hikûmeta Sûrî bo ser bajarê Helebê girtin, îro Yêkşemê, hêzên hikûmetê bi top û tankan herêmê di jêr destê serhildayan de li wî bajarî topbaran kirin.

Bizavkar dibêjin duhî hêzên opozisyonê bersîngê êrîşa hêzên hikûmeta girtin û çendîn tank têkşikandin.

Komela Zêrevaniya Mafên Mirov ya Sûrî, bingeh li Brîtaniya, dibêje îro Yêkşemê şerek tun li başûra bajarê Helebê hatîye kirin.

Hem hikûmet û hem opozisyon destgirtina bi ser bajarê Helebê de wek xalek giring bi xwe dibînin di wî şerî di.

Ji layek din ve, Civata Nîştimanîya Sûrîyê daxwaz ji Civata Ewlekarîya NY kir kombûnek desmûdest serbaret rewşa Helebê pêk bîne, dide zanîn hikûmet dixwaze li wî bajarî komkujîyek mezin bike.
XS
SM
MD
LG