Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdullah Hicab: Destêverdana Kurdistana Sûrîyê Di Berjewendîya Tirkîyê De Nabe


Abdullah Hijab
Abdullah Hijab
Piştî ku hate ragihandin ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) pênc bajarên Kurd li seranserî sînora navbera Sûrîyê û Tirkîyê kontrol kiriye Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan got Tirkîye dê nehêle ku herêmeke Kurd li Sûrîyê were damezrandin.

Serkwezir Erdogan destnîşan kir ku Wezîrê Derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu çend roj şûnda dê biçe Hewlêrê û ligel karbidestên hikûmeta Kurdistana Îraqê dê kom bibe da ku xem û fikarên Tirkîyê bigihîne wan.

Sebaret egerên Mudaxilaya leşkirîya Tirkîyê, di havpryvînekê de, şarezayê karûbarên sîyasî yên Rojhilata Navîn, Ebdullah Hicab gote dengê Amerîka ku ew hizir nake Tirkîye karek ji wî rengî bike.

Rêzdar Hicab got bi li ber çavegirtina pirsa Kurd li Tirkîyê, her destêverdanek Tirkîyê dê rewşê aloztir bike.

Wî herwesa zêde kir hînkirina pêşmergên Kurden Sûrîyê ji layê Herêma Kurdistanê ve karek erênîye dê alîkarîya aştî û tenahîyê li Sûrîyê û deverên Kurdan bike. Bo guhdarîkirina hevpeyvînê li ser fayla deng kilîk bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG