Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitt Romney: Rawestandina Avakirina Çekên Navokî yên Îranê Erkê Amerîka ye


Romney li Orşelîmê
Romney li Orşelîmê
Berbijarê Komarî yê seroktîya Amerîkayê Mitt Romney dibêje, Amerîka erkeke fermî û moraleke girîng heye avakirina çekên navokên yên Îranê rawestîne.

Di dema serdanekê de roja Yekşemê bo Îsraîlê, Romney got ku Îranê welateke ku rêberên wê Holocaust înkar kirine û dibêjin ku ew dixwazin Îsraîlê ji ser nexşeyê rahêjin. Wî got, Amerîka dê tucarî hezkirin û pêbendbûna xwe jibo Îsraîlê nede alî.

Berbijarê Komarî eşkere derbarê siyaseta Serok Barack Obama hember Îranê ne axivî. Siyaseta Obama bêtir balê dide diplomasîyê, her çiqas karê leşkerî dûr nexistiye.

Romney herwiha Orşelîm wekî paytexta Îsraîlê ragihand û bi wê yekê Saeb Erakat, nûnerê Filestînî jibo danûstandinan tûre kir. Erakat got Ajansa Fransî ya Nûçeyan ku daxuyanîya Romney nayê qebûl kirin û ziyanê digihîne berjiwendîyên Amerîkayê.
XS
SM
MD
LG