Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton, wekî beşa yekê ya gera xwe Afrîkayê, îro Sêşemê dihere Senegal’ê.
Xanim Clinton bi vê gera xwe dixwaze piştgirîya aborî û demokrasîyê li Afrîkayê bike.
Wezareta Derve dibêje, Xanim Clinton roja Çarşemê bi Serokê nû yê Senegal’ê Macky Sall re hevdîtinek bike û wekî mînakeke baş ya demokrasîyê, pêsna wî welatî bide.
Birêz Sall di hilbijartina meha Adarê de, serokê berê Abdoulaye Wade têk birîbû û bibû serokê nû yê Senegal’ê.
Hillary Clinton dê her wiha serdana Sudana Başûr jî bike ku welatê herî nû ya cîhanê ye.