Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Sûrîyê Berdewam e, Opozîsyon ji li Qahîrê Kom Dibe


Kolanên bajarê Helebê
Bizavkarên opozîsyona Sûrî radigihînin ku şer û pevçûnên berfireh îro Sêşemê li bajarê herî mezin Heleb, li paytaxt Şam û li Humsê û li seranser Sûrîyê didomin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mavên Mirovên ku bingeha wê li Londonê ye, ragihand ku hêzên hikûmetê çend taxên Helebê bombebaran kirin û leşkerên hikûmetê bi serhildayan re ketin pevçûnan.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mavên Mirovên her wiha ragihand ku hêzên hikûmetê bi topan êrîşî bajarê Deraa kir û avêt ser jimareke malan.

Bi alîyekî din ve rêberên opozîsyona Sûrî li Qahîreyê kom dibin ku paşeroja Sûrî gotûbêj bikin û li ser pêkanîna hikûmeteke li dervayê welêt danûstandinan bikin.

Rêberê demkî ya Meclîsa Netewî ya Sûrî Abdulbasît Seyda jî li Herêma Kurdistana Îraqê ye ku hevdîtinan ligel Serokê Herêm Mesud Barzanî û endamên Konseya Bilind ya Kurdî bike.

Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî do Duşemê xema xwe li ser rewşa xirabya sîvîlan dîyar. Wî bang li Beşar Esed kir ku çi dibe bila bibe, li dijî gelê sîvîl çekên kîmyayî bikar neyîne.
XS
SM
MD
LG