Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed: Şerê Artêşê dê Paşeroja Sûrîyê Dîyar Bike


Serokê Sûrî Beşar El Esed dibêje, artêşa wî bi serhildayan re ketîye şerekî dijwar ku paşeroja welatî wî dîyar bike.

Birêz Esed pêsna hêzên ewlekarîyê da, li vê demê ku tundûtûjî li seranser welêt berdewam kir.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, di şerê navbera hêzên hikûmetê û yên serhildayan de, bi kêmî ve 1 kes li taxa Krîstîyanan ya paytaxt Şamê hate kuştin.

Di serhildana 17 mehan de şer û alozî li taxên Mesihîyan kêm caran dihatin dîtim.

Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê jî îro Çarşemê ragihand, wê piştrast kirîye ku di destê serhildayan de êdî çekên giran yên wek tankan jî hene.

Berdevka nûnertîya Neteweyên Yekbûyî Sausan Ghosheh do Sêşemê her wiha got, ew cara yekê dibînin ku firokên hikûmetê li esmana bajarê Helebê gule direşînin.

Xanim Ghosheh xema xwe li ser rewşa sîvîlan li Helebê dîyar kir û got, hinêk ji wan ase mane û xwe spartine xwendingeh, nexweşane û avahîyên hikûmetê.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li ber e roja Pêncşemê kom bibe ku pêşnîyara Erebistana Saudî ya li ser tundîtûjîya berdewam gotûbêj bike.
XS
SM
MD
LG