Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Demîr: Divê Tirkîye ligel Kurdên Rojavayê Danûstandinan Bike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu niha li paytaxta Herêma Kurdîstana Îraqê, Hewlerê ye ku rewşa dawî ya li Sûrîyê bi Serokê Herêma Kurdîstanê Mesud Barzanî re gotûbêj bike û xem û fikarên Enqereyê ragihîne wî.

Rojnamevan Eyyup Demîr jî vê gavê li Hewlerî ye û serdana birêz Davutoglu ji nêzîk ve dişopîne. Me nêrînên wî yên li ser helwesta Tirkîyê li ser pêşketinên li Sûrîyê û her wiha û bendewarîyên Enqerê ji karbidestên Kurd pirsîn.

Birêz Demîr di vê bawerîyê de ye ku Tirkîye li ser rewşa Kurdistana Sûrîyê nerazîbûn û reaksîyoneke pir tund nîşan dide.

Rojnamevan Demîr dibêje, sîyaseta herî baş ev e ku Enqere bi nûnerên Kurdên Rojavayê re danûstandinan bike.
XS
SM
MD
LG