Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pekîn Bang li Amerîkayê Dike ku Tole û Cezayên Dijî Banka Çînî Rake


Çîn bang li Amerîkayê dike ku cezayên nû ji ser bankeke Çînê rake ku kar ligel Îranê dikir.
Wezareta Derve ya Çînê roja Çarşemê got, ev ceza zîyanê digihîne têkîlîyên navbera Amerîka û Çînê û ew dê protestoyeke fermî ragihîne.

Xezîneya Amerîkî roja Sêşemê ceza dijî Banka Kunlun ya Çînê û dezgeheke diravî ya Îraqî, bi tawanên karkirina ligel bankên Îranê yên ceza li ser.

Serok Amerîka Barack Obama jî roja Sêşemê cezayên nû bi daxwazeke fermî li ser sektorên enerjî û petrolê danî. Ev gav hate kirin jibo rê li ber Îranê bigire ku xwe dûrî cezayên navneteweyî neke jibo programa wê ya navokî ya kêşe li ser.

Birêz Obama di daxuyanîyekê de got ku cezayên nû hewildanên danîna fişaran li ser hikûmeta Îranê bihêz dikin, jiber ku wê heta niha erkên navneteweyî pêk nanîye.
XS
SM
MD
LG