Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê Elektrîk Bi Temamî Vegerîya


Li Hîndistanê elektrîk careke din bi temamî vegerîya, piştî qutbûnekê ku bêtir ji 600 milyon hemwelatî bê elektrîk hiştibû.

Karbidestên Hîndî roja Çarşemê gotin ku elektrîk li bakur û rojhilata Hîndistanê vegerîya ye, cihê ku roja Sêşemê rastî qutbûneke dîrokî hat ku ziyan gihand 20 wîlayetan.

Ev qutbûnek yek ji gelekên din bû ku di rojên dawî de pêk hatine, piştî ku qutbûneke biçûk roja Duşemê bêtir ji 300 mîlyon kes bê elektîk hiştibû.
XS
SM
MD
LG