Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî bi Tank Êrîşî Hêzên Ewlekarîyê Dikin


Serhildayên Sûrî roja Pêncşemê êrîşeke nû dijî hêzên hikûmetê pêk anîn. Serhildayan di êrîşa dijî bingeheke leşkerî ya esmanî ya li Helebê de, tankek jî kar anî ku ji destê artêşa Sûrî de standibûn.

Li paytaxt Şam'ê jî, tê ragihandin ku hêzên ewlehîyê êrîşên nû birin ser serhildayan.

Leşkerên Serok Beşar El Esed li Heleb'ê êrîşên tolhildanê pêk anîn û taxa Selahedîn ya stratejîk bi tank û topan dane ber êrîşan, li heman demê ku serhildayan hewil da ku deverên bin kontrola wan biparêzin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye dibêje, hêzên hikûmetê taxekê li Helebê bombe kirin û 7 kesên sîvîl kuştin.

Şerê li Helebê ku bajarê herî mezin ya Sûrîyê ye gurtir dibe, piştî pevçûnên du hefteyî.

Bizavkar her wiha dibêjin ku hêzên ewlekarîyê roja Çarşemê li paytaxt Şam dest bi êrîşekê nû kir ku di encama wê de bi dehan kes hatin kuştin.

Medyaya dewleta Sûrîyê got, operasyona hêzên ewlekarîyê bi gotina wê “terorîst” kire armanc.

Hemdem, jêderên Amerîkî ji medyaya rojavayî re ragihandin ku Serok Barack Obama waxtekî zûtir ya vê salê, daxwaz ji Ajansa Agahî ya Navendî (CIA) û ajansên din yên Amerîkî kirîye ku piştgirîya serhildayan bikin.
XS
SM
MD
LG