Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Nû ya Misirê Sond Dixwe


Serokê Misirê Mihemed Morsî amade ye ku hikûmeta nû ya welêt roja Pêncşemê bi sondxwarin bide.

Hikûmeta nû dibe hikûmeta yekê ya Misirê ji dema ku ew piştî serokê berê Husnî Mubarek hate ser desthilatê.

Di nav kabîneya nû ya ku ji alîyê Serokwezîrê nû Hîşham Qandîl ve hatîye bijartin de, wezîrê diravî û yê derve jî hene ku dema wan qediyaye.

Birêz Qandîl bixwe wekî wezîrê avdanîyê di hikûmeta bi piştgirîya artêşê de kar dikir.

Ev guherîn piştî 18 mehan ji alozîyên sîyasî tê, ligel kêşeyên li ser hêzê navbera birêz Morsî û artêşa desthilatdar ku hikûmet bidest xwe ve anîn piştî serhildana gelerî ku birêz Mubarek mecbûr kir ji seroktîyê rabe.
XS
SM
MD
LG