Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn ji Daxuyanîyên Hillary Clinton yên Derheqa Afrîkayê Nerazî ye


Medyaya dewletî ya Çînî torebûna xwe ya dijî Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton nîşan dide.

Xanim Clinton hişyarî dabû rêberên Afrîkî ku hevkarî bi wan welatan nekin ku dixwazin çavkanî û dewlemendîyên Afrîkayê jibo berjewendîya xwe bikar bînin.

Daxuyanîyên Hillary Clinton ji alîyê hîn kesan ve wekî gotinên dijî Çînê hate şîrove kirin ku di nav salên dawî de şîreka bazirganî ya herî mezin e, ligel wê parzemînê.

Şîroveyeke sîyasî ya ajansa fermî ya nûçeyan, Xinhua ku îro Înîyê hate weşandin dibêje, axaftina Hillary Clinton li dijî Pekînê bê rêzî dike û gotinên erzan û bê bingeh in.

Ajansa Xinhua bi berdewamî got, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton yan nezan e û ji rastîyên ne agahdar e yan jî bi zanabûn rastîyan vedieşre jiber ku peywendîyên navbera Çîn û Afrîkayê di bingeha hevaltî û wekhevîyê de hatine danan.
XS
SM
MD
LG