Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Giştî ya NY Ser Pêşnîyara Erebistana Saudî Dicive


Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî îro Înîyê dengdana pêşnîyara Erebistana Saudî ya ser Sûrîyê dike. Pêşnîyara Neteweyên Yekbûyî ku ti hêza vê ya kiryarê tune ye, dê hikûmeta Beşar Esed şermezar bike ku di şerê dijî serhildayan de çekên giran bikar tîne.

Pêşnîyar her wiha helwesta Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî şermezar bike ku di sekinandina tundûtûjîya li Sûrîyê de negehişt rêkeftinekê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bang li hêzên mezin ku dawî li tundûtûjîya li Sûrîyê bînin.

Dengdana îro yek roj piştî karvekêşana nûnerê taybet Kofi Annan tê ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, jiber tunebûna yekhelwestîyê rexne dikir.

Di heman demê de, raportên bizavkaran radigihînin ku li seranser Sûrîyê pirtir tundûtûjî derdikevin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye, îro Înîyê dibêje, di encama bombekirina kampeke penaberên Fîlîstînî de, bi kêmî ve 21 kes do Pêncşemê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan eşkere nekir ku bombekirin ji alîyê kê ve hatîye kirin.
Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan her wiha ragihand ku pevçûn û êrîşên hêzên hikûmetê roja Înîyê jî didomin, taybetî li Hama, Idlib û li Helebê. Rêxistinê got, hêzên Beşar Esed li Deraa helîkopteran jî bikar tînin.
XS
SM
MD
LG