Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Kurdî: Îran Heta Dema Dawîyê Dê li Jêr Alîkarîya Rijîma Sûrî Bike.


Iran
Iran
Medyaya Îranê roja Yêkşemê dazanîn Tahranê dawxaz ji Tirkîyê û Qeterê kirîye alîkarîyê biken bo hindê 48 Îranîyên roja Şemê li Şamê paytextê Sûrîyê hatine revandin bên berdan.

Roja Şemê serhildayên Sûrî 48 Îranî li Şamê revandin ku Îran dibêje ew zîretvanên olî bûn û serhildayan dane zanîn kesên hatî revandin endamê Supahê Pasdarên Îranê ne ku bo alîkarîya rijîma Sûrî li vê derê ne.

Sebaret wê yekê, rojnamevan Azad Kurdî di hevpeyvînekê de gote dengê Amerîka ku Îranê hebûna xwe li Sûrîyê neveşartîye û berdewam piştîvanî li hikûmeta Serok Beşar el Esed kirîye.

Rêzdar Kurdî dibêje Îran heta dema dawîyê dê li jêr alîkarîya rijîma Sûrî biket. Bo guhdarîkirina hevpeyvînê li ser fayla dengî li jêr kilîk bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG