Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

7 Kes li Nejîryayê Hatin Kuştin


Yek ji êrîşên Boko Haram li Nejîryayê

Polîsê Nejîryayê dibêje otomobîla êrîşbirekî xwekuj bi kêmî ve şeş leşker û 1 sivîl kuşt di êrîşekê de li wîyaleta Yobe li bakur rojhilata welêt

Polîsê Nejîryayê dibêje otomobîla êrîşbirekî xwekuj bi kêmî ve şeş leşker û 1 sivîl kuşt di êrîşekê de li wîyaleta Yobe li bakur rojhilata welêt.

Berpirsê polîsê wîlayeta Yobe Patrick Egbuniwe got, êrîşbir otomobîla xwe roja Yekşemê teqand li dema ku hêzên ewlekarîyê li bajarê Damaturu didan dû wî.

Ti kesî demûdest berpirsîya êrîşê nexistiye stûyê xwe. Desthilatdarên Nejîrîyayê di salên dawî de gazinê gelek teqînên kujer avêtine ser tevgera mîlîtanên Îslamî ya Boko Haram.

Boko Haram dibêje ew jibo damezrandina dewleteke Îslamî li bakurê Nejîryayê şer dike, û pênasînê bi hikûmeta Nejîryayê nake.
XS
SM
MD
LG