Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de Herî Kêm 9 Les li Afganistanê Hatin Kuştin


Di encama peqîna bombeyeke de ku li ser rêkê hatibû danan, bi kêmî ve 9 kes îro Sêşemê li Kabul hatine kuştin.

Her li Afganistanê, bomvebanekî xwekuj bi qamyona xwe êrîşî bingeheke leşkerî ya NATO’yê kir û herî kêm 11 sîvîl hatine birîndar kirin.

Di êrîşa yekê de, bombeyeke ku ji dûr ve hate peqandin, li ser pirekê li rojhilata paytaxt Kabulê li otobusekê xist. Di êrîşê de 9 kes hatine kuştin, herî kêm 5 kesên din jî birîndar bûn.

Rêvebirê polîsan dibêje, wan kesê bombe danaye ser caddê desteser kirîye.

Di êrîşa duyê de, karbidest didine zanîn ku bombevan qamyoneke ku bu madeyên peqînkar dagirtîbû, li dervayê bingeha leşkerî ya li Puli Alam a paytaxta eyaleta Logar peqand. Di wê êrîşê de 11 sîvîl birîndar bûn.

Talîban radigihîne ku wê êrîşa dijî NATO’yê pêk anîye.
XS
SM
MD
LG