Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê Salihî: Hemwelatîyên Girtî jibo Sedemên Olî li Şamê ne


Wezîrê Derve yê Îranê dibêje, hîn ji 48 hemwelatîyên Îranê, ku ji alîyê serhildayên Sûrîyê ve hatine revandin, endamên berê yên Nobedarên Şoreşê , Pasdaran û artêşê ne.

Wezîrê Derve Alî Ekber Salihi her wiha dide zanîn ku ew kesên girtî jiber egerên oldarî serdana Şamê dikirin.

Ajansa ISNA ya Îranê roja Çarşemê ji zarê Wezîrê Derve Alî Ekber Salihi red kir ku ev hemwelatîyên Îranî niha ti girêdana wan bi artêşê re hebe.

Artêşa Azad ya Sûrî kesên roja Şemîyê hatin revandin wekî Nobedarên Şoreşê, Pasdaran dide nasîn.

Li heman demê, rêxistina Çavdêrîya Sûrîyê ya jibo Mafên Mirovan îro Çarşemê hîn pevçûn li bajarê Helebê ragihand ku wekî yên herî tund hatin zanîn ji dema ku serhildayan hin parçe ji bajêr kontrol kirine.
XS
SM
MD
LG